Li Nîjeryayê êrişên çekdarî: 24 kes mirin

Li eyaleta Benûe ya li navenda Nîjeryayê çekdaran 24 kes qetil kirin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecihî, kesên çekdar ên tê gotin ji xelkê Poller e, li Mbadwemê ya ser bi herêma Gomayê 8 kes, li Tortyû ya li qada Tarka jî 16 kes qetil kirin.

Ji rayedarên xwecihî Nathanîel Îkyûr got, "Bi dehan kes birîndar bûn û li nexweşxaneyeke eyaletê têne dermankirin."

Polîsên xwecihî jî êrişa li Tîortyûyê piştrast kirin û diyar kirin ku ne 8 kes, lê belê 9 kes hatine qetilkirin.

Li navenda Nîjeryayê ku welatê herî qelebalix ê Afrîqayê ye, di navbera koçerên sewalvan ku bi giranî Misilman in û cotkarên Xirîstiyen de ji bo kontrolkirina av û axê pevçûn derdikevin.

Bi germbûna global re pevçûn zêde bûne. Civakên cuda ji bo parastina xwe komên çekdar ava kirin. Hin kom berê xwe dan kiryarên krîmînalî. Komên ku rayedar weke "çete" bi nav dikin, sûcên wekî destgîrkirinên komî li dibistanan, talankirina gundan, kuştina kesên li ber xwe didin an jî malbatên ku nikarin fîdye bidin, dikin.

di êrîşên roja Yekşemê ya kesên çekdar a li parêzgeha Plateaû ya li navendê de zêdetirî 100 kes qetil kiribûn.

Desthilatdariya ku nikare van şîdetên ku bûye rewşeke rojaneyî bi dawî bike, rastî bertekan tê. Serokkomar Muhammadu Buharî diyar kir ku ew ê bi awayekî “bêrehm” bersivê bidin kesên ku êrîşa dawî pêk anîne.

Di demekê de ku çete ji aliyekî ve destihilatiya xwe didomînin, bi taybetî li bakur-rojhilatê welat zêdeyî 10 sal in bi komên ku weke “cîhadîst” tên binavkirin, pevçûn diqewimin.