Li Nîjeryayê çeteyên DAÎŞ’ê 23 kesên din qetil kirin

Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê, komeke girêdayî çeteyên DAIŞ'ê herî kêm 23 kesên ku bermahiyên metal berhev dikirin, qetil kirin.

Li gorî milîsên xwecihî yên ku AFP agahdar kirine, Dewleta Îslamî ya Afrîkaya Rojava (Iswap) a girêdayî DAIŞ’ê, komek ku ji 50 xebatkarên berhevkirina bermahiyên metal dema ji sînorên Çadê ku 20 kîlometre dûrî rojhilatê eyaleta Bornoyê diçûn gundê Magdala yê navçeya Dîkwayê rastî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê hatin û bi dehan ji wan hatin destgîrkirin.

 Berpirsê milîsên xweparastinê yên xwecihî Bubakura Kolo got, “Heya niha 32 cenaze ketin destê me. Hemû ji aliyê terorîstan ve hatine qetilkirin.”

Kolo di berdewamiyê de got, “Sê kesan karîn bi saxî xwe bigihînin Dîkwayê, lê hêj çarenûsa 20 xebatkarên berhevkirina metalan ne diyar e.”

Xebatkarên ku ji bo berhevkirina metalan neçar dibin cihên xwe biguherînin, ji hêla Iswap’ê ve bi îxbarkirinê tên sûcdarkirin.

Komeke ku di sala 2016’an de ji çeteyên Boko Haram veqetiya di bin navê Îswap de ji nû ve xwe birêxistin kiribûn.

Îswap di dawiya meha Nîsanê de li gundê Mudu yê heman navçeyê nêzî 30 xebatkarên berhevkarên metalan qetil kiribû.

Artêşa Nîjeryayê di mehên dawî de li dijî çeteyên Îswap û Boko Haram operasyonên xwe yên bejayî û hewayî zêde kirine. Di van operasyonan de gelek fermandarên komên çete hatine kuştin.

Di sala 2009’an de tundîya cîhadîstan dest pê kir û li gorî Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 40,000 kes mirin û du mîlyon kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.