Li Nîjerê êrişên çeteyan: Herî kêm 15 leşker mirin

Li Nîjerê ku welatekî li rojavayê Efrîkayê û êrişên çeteyên cîhadîst lê zêde bûne, hate ragihandin ku herî kêm 15 leşker hatine kuştin.

Li Nîjerê rojên dawî êrişên çeteyên ser bi El Qaîde û DAÎŞ'ê gelekî zêde bûne. Piştî êrişa roja Şemiyê ku 16 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, doh jî êrişek hate kirin.

Li gorî daxuyaniya hikumetê, li herêma Tillaberi ya li ser sînorê Malî êriş li dijî yekîneyên leşkerî hate kirin û herî kêm 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniyê di êrişê de 4 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş ji aliyê 'kesên bi çekên giran' ve hatiye kirin û di operasyonên piştî êrişê de gelek êrişkar hatine kuştin.

Li Nîjerê mehên dawî êrişên komên ser bi DAÎŞ û El Qaîdeyê gelekî zêde bûne. 21'ê Adarê li gelek gund û gundikên li ser sînorê Malî êriş hatibûn kirin û 141 kes hatibûn qetilkirin. Li ser sînorê Nîjeryayê jî êrişên çeteyên Boko Haram zêde bûne.