Li Nasiriyê 5 çalakvanên din hatin kuştin

Piştî rojeke bi xwîn ya li Nasiriyê ya dikeve başûrê Iraqê, 5 çalakvanên din jî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê hatin girtin, li Nasiriyê 5 çalakvanên din hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Nasiriyê çalakvanan du qereqolên polîsan şewitandin, ber bi avahiya midûryeta polîsan a eyaletê ve ketin rê. Midûrê emniyete îsifa kir. Roja Pêncşemê jî waliyê eyaleta Zikra jî îstifa kiribû, fermandarê leşkerî yê ji bo Bexdayê hatibû şandin jî ji ekrê hatibû girtin.

Li gorî çavkaniyên polîs û nexweşxaneyê roja Pêncşemê Nasriyê din av de li Necef û Bexdayê derdorî 50 çalakvanî hatin kuştin, nêzî hezarî jî birîndar bûne.