Li Mozambîk û Malaviyê lehî: Herî kêm 100 kes mirin

Li Mozambîk û Malaviyê ji ber lehiyê herî kêm 100 kes mirin û lehiyê bandor li 800 hezar kesan kir.

Berdevkê hikumeta Mozambîkê Ana Comoana diyar kir ku ji ber lehiyan herî kêm 66 kes mirine û diyar kir ku wê bahoz jî rabe.

Berdevk diyar kir ku nêzî 6 hezar mal hatine hilweşandin, 100 hezar erd di bin avê de maye.

Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweya Yekbûyî diyar kir ku wê lehî bandorê li bajarê Berîayê jî bike. Li vê herêmê 1,6 milyon kes dijîn.

Di sala 2000’î de 800 kes û di sala 2015’an de jî 100 kes ji ber lehiyê miribûn.

Li başûrê Malaviyê jî di lehiyên çend roj berê de 45 kes miribûn û 700 kes jî bêmal mabûn.

Mozambîk û Malavî yên li Efrîkayê ku du welatên hejar in, dema ku baran dibare, her der di bin avê de dimîne.