Li Mizgeftek a Pakistanê teqînek pêk hat: Herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li mizgeftek a li bajarê Peşaver ê Pakistanê teqînek pêk hat. Hat zanîn ku herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzê 150 kes jî birîndar bûne.

Hate gotin ku li bajarê Peşaver ê Pakistanê kesek kzêetiye hundirê mizgeftekê û bombeyek teqandiye. Berdevkek ê polîsan ragihand ku herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya rojnameya Dawn a Pakistanê, nêzê 150 kes jî birîndar bûne.

Di dema teqînê de nêzê 300 kes li mizgeftê li ba hev bûn û teqîn di dema nimêja nîvro de, pêk hatiye. Tê gotin ku piraniya wan polîs in.

Mizgefta li bajarê ku dikeve bakurê rojhilatê welêtî, li herêmek a bi ewlekariya bilind ku gelek avahiyên polîsan jî lê ye, cih digire.

Tê gotin ku faîl beriya ku bombeyê biteqîne, çûye nav kesên nimêj dikirin de.

Tê payîn ku gelek kes jî mayîne di bin enkazê de.

Hîna tu kesê ev êrîş, ne girtiye ser xwe.