Li Misirê di qezaya trênê de 11 kes mirin 100 kes birîndar bûn

Li bakurê Qahîreyê ya ku paytexta Misirê ye trênek ji ser şiva hesînî derket, di qezayê de 11 kes mirin û herî kêm 100 kes jî birîndar bûn.

Li bakurê Qahîreyê ya ku paytexta Misirê ye trênek ji ser şiva hesînî derket, di qezayê de 11 kes mirin û herî kêm 100 kes jî birîndar bûn.

Trên nêzî bajarê Tûkê ya ku 130 kîlometreyan li bakurê Qahîreyê ye ji ser şiva hesinî derket.

Di 26’ê Adarê de jî li Misirê qezayeke trênê çêbûbû, 20 kes miribûn û herî kêm 200 kes jî birîndar bûbûn.

Di serê meha Nîsanê de Bankaya Efrîkayê ji bo ku rêyên xwe yên hesinî nû bike 145 milyon eûro alîkarî dabû Misirê.