Li Meksîkayê salekê zêdeyî 33 hezar kes hatin kuştin

Li Meksîkayê, li gorî daneyên fermî sala 2021'ê 33 hezar û 308 kes hatin kuştin. Ev jî tê wê wateyê ku rojane derdora 91 kes hatin kuştin.

Wezîra Ewlekariya Cemaweriyê Rosa Icela Rodriguez ragihand ku ji sedî 50 ê bûyerên kuştinê li 6 eyaletan qewimîne.

Rodriguez anî ziman ku bi giştî 33 hezar û 308 kes hatine kuştin û ev hejmar li gorî salek beriya niha kêm bûye.

Sala 2009'an 34 hezar û 690 kes hatibûn kuştin, sala 2020'î jî ev hejmar 34 hezar û 554 kes bûn.

Ji sala 2006'an û vir ve derdora 340 hezar kes hatin kuştin. Li gorî daneyên Komîsyona Lêkolînên Neteweyî li Meksîkayê her wiha zêdeyî 95 hezar kes winda ne.

Windakirin di navbera salên 1960-1980'î de bi 'şerê qirêj' ê rayedaran ê li dijî tevgerên şoreşger ên çepgir dest pê kir. Ji sala 2006'an û pê ve jî hejmara mirovên hatin kuştin zêde bû.

Tevî vê tundiyê jî Meksîka ku nifûsa xwe 128 milyon kes e, weke heftemîn welatê herî tûrîstîk ê cîhanê balê dikişîne. Li gorî Rêxistina Tûrîzmê ya Cîhanê sala 2019'an 45 milyon tûrîstî serdana Meksîkayê kir.