Li Meksîkayê rojnamevaneke din hate kuştin

Li bajarê Tijuana yê li bakur rojavayê Meksîkayê, hefteya dawî 2 rojnamevan hatin kuştin.

Dozgeriya Serdozgeriya Eyaleta Baja Californiayê ragihand ku rojnamevana jin a bi navê Lourdes Maldonado Lopez 23'ê Çileyê roja Yekşemê di wesayita xwe de bi çekê hate kuştin.

Rojnamevana jin di salên 1990'î de li Tijuanayê weke nûçegihaneke medyayê ya Meksîkayê xebitî bû. Lopez piştre ji bo gelek medyayên cuda weke rojnamevan xebitî bû. Di nava van de ji sala 2019'an heta 2021'ê saziya medyayê ya bi navê Primer Sistema de Noticias (PSN) jî heye ku ya Waliyê Baja Californiayê Jaime Bonilla ye. Lopez ji ber ku bi rengekî kêfî ji kar hatibû derxistin doz li PSN'ê vekiribû û çend roj beriya bê kuştin doz qezenç kiribû.

Rojnamevanê her wiha di dîmenekî de gotibû ew ji jiyana xwe bi fikar e û alîkarî ji Serokkomar Andres Manuel Lopez Obrador xwestibû.

Hefteya derbasbûyî roja Duşemê li Tijuanayê rojnamevana bi navê Margarito Martinez jî hatibû kuştin.