Li Meksîkayê êrişa li ser salona pîrozbahiyê: 19 kes mirin
Li navenda Meksîkayê li saloneke pîrozbahiyê êrişeke çekdarî hate kirin. 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li navenda Meksîkayê li saloneke pîrozbahiyê êrişeke çekdarî hate kirin. 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya buroya serdozgeriyê li bajarê Las Tînajas ê li eyaleta Mîchoacanê, li saloneke pîrozbahiyê êrişa çekdarî hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 19 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 16 ji wan mêr e, 3 jî jin e. Hate ragihandin ku hemû jî bi çekê hatine kuştin û li bedena wan şopa fîşekan hene.
Gelek kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan.
Eyaletên Mîchaocan û Gûannajûato bi şerê navbera çeteyên narkotîkê timî dikevin rojevê.
Li Meksîkayê li gorî daneyên fermî ji sala 2006'an û vir ve 340 hezar kes hatine kuştin. Her wiha li gorî daneyên Komîsyona Lêkolînan a Neteweyî 95 hezar jî winda ne.