Li Meksîkayê di nava hefteyekê de 2 rojnamevan hatin kuştin

Li Meksîkayê, 2 rojnamevanên ku nelirêtî û tundiya narkotîkê eşkere kirin, di nava hefteyekê de hatin kuştin.

Roja Duşemê li bajarê Tijuana yê li ser sînorê Meksîkayê wênevanekî nûçeyan hate kuştin. Heman rojê komên çapemeniyê ragihandin ku hefteya derbasbûyî li eyaleta Veracruz a li peravê Kendavê nûçegihanek hatiye kuştin.

Wênevan Margarito Marinez bi kişandina wêneyên qada sûc a li Tijuanayê dihate naskirin. Li gel saziya nûçeyan xwecihê Cadena noticiasê her wiha ji gelek saziyên medyayê yên neteweyî û navneteweyî re xebitî.

Wênevanê nûçeyan danê nîvro li mala xwe ya li bajarê Tijuana yê li bakur mirî hate dîtin.

Heman rojê komên çapemeniyê diyar kirin ku li eyaleta Veracruzê rojnamevanekî Meksîkî yê ku rayedarên xwecihî rexne dikir, bi birîndarî hate dîtin û piştî çend rojan jiyana xwe ji dest da.

Jose Luis Gamboa li eyaleta Veracruzê ya li qiraxê Kendavê rêveberê malpera nûçeyan a Inforegio bû.

Koma çapemeniyê ya Rojnamevanên Sînornenas got, "Gamboa, têkiliyên navbera rayedarên xwecihî û sûcên organîzekirî şermezar diki û bi tundî rexne dikir."

Ji Kanûna 2018'an û vir ve li Meksîkayê 48 rojnamevan hatin kuştin. Meksîka ji bo nûçegihanên li derveyî qadên şer ên çalak yek ji herêmên herî metirsîdar e.

Meha kanûnê rayedarekî mafê mirovan ê hikumetê ragihand ku li Meksîkayê ji sedî 90 ê sûcên li dijî rojnamevan û aktîvîstan bêceza dimînin.