Li Lubnanê sê wezîran îstîfa kirin, gel hesap dipirse

Piştî teqîna li Bêrûda Lubnanê hêrsa gel kêm nabe. Sê wezîran îstîfa kirin lê ev têr nayê dîtin.

Wezîra Edaletê Marîe Claûde Najm diyar kir ku îstîfa kiriye. Beriya wezîra edaletê, Wezîrên Ragihandin û Jîngehê jî îstîfaya xwe pêşkêş kiribûn.

Di rojên dawîn de nêzî deh parlementeran jî îstîfa kirin. Tê diyarkirin ku ev îstîfa li dijî rêveberiya siyasî ya welat e. Tê payin ku ev îstîfa wê bidomin.

ALÎKARIYA 250 MILYON EÛRO

Fransa û Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya Lubnanê konferansek lidarxistin. Di vê konferansê de 250 milyon eûro alîkarî hate berhevkirin. Fransayê 30 milyon eûro da. Rayedarên NY û Fransayê diyar kirin ku divê ev alîkarî bigihêje gel.

Piştî şerê navxweyî yê di sala 1991’an de civaka navneteweyî alîkariyeke mezin da Lubnanê. Di konferansên salên 2001, 2002, 2007 û 2018’an de bi milyaran eûro alîkarî şandin ji Lubnanê re. Lê rêveberên Lubnanê 30 sal in malîyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

ÇALAKGER LI KOLANAN IN

Gelê Bêrûdê li qadan in. Çalakger dixwazin pergal were guherandin û rêveber hesap bidin. Hin çalakger diyar dikin divê derbarê teqîna li Bêrûdê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin.

Roja Înê Serokkomar Mîchel Aoûn lêpirsîna di warê navneteweyî de red kiribû.

Di teqîna 4’ê Tebaxê de herî kêm 158 kes miribûn, 6 hezar kes birîndar bûbûn û hê 20 kes jî winda ne.