Li Lubnanê hişyariya ‘bêîteatiya sivîl’

Teqawidên artêşa Lubnanê hişyarî dan hikûmetê ku ger heya roja Înê mûçeyên wan ên teqawidbûnê neyê zêdekirin, ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin ku heya bigihînin ‘bêîteatiya sivîl û raperînê.’

Ji ber xirabbûna şert û mercên jiyanê û enflasyona bilind   ji aliyê gelek sektorên giştî ve ji bo zêdekirina mûçeyan çalakî tên lidarxistin. Personelên leşkerî yên teqawid jî di nav wan de ne.

Leşkerên teqawîd hişyarî dan hikûmetê ku ger heya roja Pêncşemê derbarê zêdekirina mûçeyên sektora giştî de bi awayekî adilane pêşnûmayekê amade neke û roja Înê ew pêşnûma neyê erêkirin, ew ê zorê li hikûmetê bikin.

Li gorî daxuyaniyê xwepêşandan, ‘raperîn’  û ‘bêîteatiya sivîl’ jî di nav van de ne.

Desteya Wezîran ragihand ku ew ê ji bo nirxandina mijarê roja Şemiyê civînekê lidar bixin lê belê tu biryar nehate girtin.

Di pênc salên dawiyê de Lubnan bi krîzeke aboriyê ya gelekî mezin re rû bi rû ye. Nirxê pereyê Lubnanî ji sedî 90’î kêm bû û vê yekê rê li ber enflasyona bilind vekir. Di encama vê yekê de şert û mercên jiyanê her ku diçe xirabtir dibe û piraniya gelê Lubnanê di nav xizaniyeke giran de ye.