Li Lubnanê piştî teqînê îstîfaya pêşî ya ji hikûmetê

Piştî teqîna Sêşemê ya li paytexta Beyrûdê Wezîra Ragihandinê ya Lubnanê Manal Evdil Samede îstîfa kir. Van rojên dawî gelek wekîlan îstîfaya xwe dabûn.

Wezîra Ragihandinê Manal Evdil Samed piştî teqîna kujer û hilweşîner bû yekem wezîra ku îstîfa kir.

Wezîr Samed got, "Piştî teqîna mezin a li Beyrûdê min îstîfa xwe da." Wezîr diyar kir, "Ez ji Lubnaniyan lêborîna xwe dixwazim, em ji daxwazên  wan re nebûn bersiv."

Yek ji nîşaneya hêrsa ku her roj mezintir dibe ya li welêt daxuyaniya kardînal Beşar Raî ya ji Petrikxaneya Marunî bû.  Raî xwest ku Yekşemê hikûmeta îstîfa bike û biçe hilbijartina giştî. Van rojên dawî gelek wekîlan îstîfa kir. Raî got, "Îstîfaya çend wekîl û wezîran têrê nake."

Şemiyê li Beyrûdê bi hezaran kes li dijî rêveberiyê ku ew bi gendelî û binpêkirinê sûcdar dikirin derketin kuçeyan. Gelek avahiyên wezaretê bûne hedefa çalakgeran.

Serokwezîr Hasan Dîab roja Şemiyê ji bo ku hêrsa gel deyne gotibû ew ê pêşniyara hilbijartinê bike.