Li Kongoyê di nava 6 mehan de 1300 kes mirin

Li Komara Kongo ya Demokratîk di nava şeş mehên destpêkê yên salê de 1300 kes ji aliyê komên çekdar ve hatine kuştin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hatî weşandin, di navbera mehên Çile û Hezîranê yên 2020'an de komên çekdar li Komara Kongo ya Demokratîk 1300 kes ku ji wan 267 jin û 165 jî zarok in kuştine.

Dema mirov vê bîlançoyê bi ya nîvsala destpêkê ya 2019'an tîne ber hev, nîşan dide ku rêjeya mirinan 3 qatî zêde kiriye.

Li gorî heman raporê mirinên ku ji ber şer di serî de li herêmên Îtûrî, Sûd-Kîvû, Tanganyîka û Nord-Kîvû, li tevahî welêt diqewimin, nîşan didin ku rewşa mafên mirovan xirab bûye.

Artêşa Komara Kongo ya Demokratîk di meha Cotmehê ya 2019'an de li dijî komên çekdar ên ku ev 30 sal in li rojhilatê welêt çalak in operasyon da destpêkirin, encax nekarî dawî li komkujiyên sivîlan bîne.