Li Kolombiyayê di nava 2 mehan de 17 aştîxwaz hatin kuştin

Li Kolombiyayê, ku di 26'ê Mijdarê de peymana aştiyê ya ji bo qedandina şerê navxweyî yê 52 salan hat îmzekirin, di nava 2 mehên dawî de herî kêm 17 rûspiyên civaka sivîl hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya saziya bi navê Unidad para los Victimas (Yekîtiya Mexdûran), ji 1'ê Mijdarê û vir ve 17 lîderên saziyên civaka sivîl ji aliyê kesên nasname nediyar ve hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, herî dawî li bajarê Tûrbo yê li herêma Antîoqûîayê, nûnerekî civaka sivîl di dema serdegirtina mala xwe de hat revandin û kuştin.

Dîrektorê Unidad para los Victimas Alan Jara diyar kir, rewşa heyî 'cihê fikaran' e û da zanîn, di nava kesên hatine ukştin de berpirsyarên saziyên cuda yên parêzvanên mafên mirovan jî hene. Jara hişyarî da ku ev komkujî dikare zerarê bide peymana aştiyê.

Li Kolombiyayê, li dijî rêveberên saziyên civaka sivîl, tê texmînkirin ku di nava 2016'an de 64 êrîşên kuştinê hatine kirin.

Tê gotin, kuştina van aştîxwazan di nava du mehên dawî de, parçeyek ji êrîşên bi plan ên hêzên paramîlîter ên li dijî aştiyê ne. 

Li Kolombiyayê, di şerê navxweyî yê 52 salan de, zêdeyî 220 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi peymana aştiyê ya 26'ê Mijdarê re, ku dinavbera FARC'ê û hikûmeta Jûan Santos de hat îmzekirin, dawî li şerê navxweyî yê 52 salan hatibû anîn.