Li Kerkûkê êrişa bombeyî: 4 polîs mirin
Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê li dijî polîsên Iraqê êrişeke bombeyî hate kirin. Hate ragihandin ku 4 polîs hatine kuştin.
Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê li dijî polîsên Iraqê êrişeke bombeyî hate kirin. Hate ragihandin ku 4 polîs hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li nêzî gundê Albû Şahab ê navçeya Daqûqê êriş pêk hat.
Dema ku wesayita fermî ya polîsên Iraqê derbas dibû teqîn pêk hat û 4 polîs hatin kuştin.
Rayedaran hîn ê li ser mijarê daxuyaniyek nedane. Heta niha kesî berpirsyarî li xwe negirtiye.