Li KENY sê welatan bang li Sûriyeyê kir: Operasyona xwe rawestîne

Piştî ku Erdogan gefên dagirkirinê li Idlibê xwar DYE, Îngîltere û Elmanya li KENY banga rawestinaa operasyona Idlib li Sûriyeyê kir.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gefên dagirkirinê li Idlibê xwar DYE, Îngîltere û Elmanya li Konsewya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî (KENY) banga rawestinaa operasyona Idlibê li Sûriyeyê kir.

Di banga DYE, Îngîltere û Elmanyayê de qala hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nehate kirin hate gotin ku divê rejîma Sûriye ‘Dawî li êrîşên xwe yên li dijî nuqteyên çavdêriyê yên Tirk ên li Idlibê bîne.’

Nûnerê Taybet yê Sûriye yê Netewên Yekbûyî Geîr Petersen bi dîmen beşdarî konferansê bû û got ku rewşa mirovî ya li Idlibê xirabtir bûye.

Petersen got hêzên Sûriye rêya M5 û başur û rojhialtê Helebê bi temamî kontro kiriye û dewleta Rûsya û Tirkiye ‘weke welatên garantor neçar in rageşiyê kêmtir bikin.’

JI ERDOGAN GEFA DAGIRKIRINÊ

Erdogan di axaftina xwe ya li civîna koma partiya xwe ya îro de ev gef kiribû; “Di her kêliyê de operasyona li Idlibê dikare dest pê bike, şevekê ji nişka ve em dikarin bên.”

KREMLÎN: SENARYOYA HERÎ XIRAB WÊ BIBE

Berdevkê Kremlînê Dîmîtry Peskov bersiv da Erdogan û wiha got; "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Idlibê li dijî hêzên hikumetê yên Sûriyeyê wê senaryoya herî nebaş be."

LAVROV: ME LI HEV NE KIR

Wezırê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî têkildarî mijarê ragihand ku di hevdîtina navbera heyetên Rûs û Tirk ên li Moskowayê lihevkirin pêk nehatiye.

TRÛMP PIŞTGIRÎ DABÛ ERDOGAN

Serokê DYE Donald Trûmp şevê din bi Erdogan re bi telfonê axivîbû û daxuyanî dabû. Trûmp destek da dewlta Tirk û wiha got; “Di mijara Idlibê de em dikarin çi bikin me bi Erdogan re axivî.”

WEZARETA PRASTINÊ YA TIRK: EM NATO NE!

Piştî lihevnekirina hevdîtinên heyetên Tirk û Rûs ên li Moskowayê Wezareta Parastinê ya Tirk bi parvekirina “Em NATO ne (We are NATO)” balkişand.