Li Kanadayê şêniyên xwecihî bend danîn ser rêyên hesinî

Li Kanadayê, şêniyên xwecihî ku projeya lûleya gazê protesto dikin, sê hefte ne rêyên hesinî asê dikin. Hikumetê hişyarî da ku çalakî wê bandoreke giran li aboriyê bike û banga diyalogê kir.

Bendên bingehîn sê hefte ne li gelek herêmên welêt hatine danîn. Projeya lûleya gazê tê protestokirin ku ji Kolûmbiya Brîtanyayê ku xaka xwecihiyan e li rojavayê welêt derbas dibe. Serokwezîr Jûstîn Trûdeaû dawiya hefteyê xwestibû ku bend tavilê bên rakirin.

Gelek lîderên neteweya Wet'sûwet ku tevger dan destpêkirin, roja Şemiyê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin, diyalog ji nû ve bê destpêkirin, polîsên federal ji xaka wan vekişin û karê lûleya gaza xwezayî ya şîrketa Coastal GasLînk bên rawestandin.

Wezîrê Ragihandinê Marc Garneaû roja Yekşemê ji Radîo-Canada re axivî û anî ziman ku wan qebûlkirin polîsên federal xwe ji xaka xwecihiyan vekişînin û ji bo şefên xwecihiyan vê yekê qebûl bikin di asta federal de wan dest bi hewldanên ji bo jinûve destpêkirina diyalogê kirine.

Wezîr anî ziman ku şefên xwecihî di dema vê diyalogê de divê peyamekê bişînin ku ji bo bendên hatine danîn tavilê bên rakirin.

Garneaû got, "Nabe ku ev yek hîn zêde dewam bike, ji ber ku bandoreke girîng li aboriya welêt dike."

Bendên ku bi taybetî li nêzî Bellevîlle ya li eyaleta Ontarîo hatine danîn, xeteke stratejîk e ji bo veguhestina bar a ji rojava ber bi rojhilatê welêt ve. Ev bend bûn sedem ku trafîka barkişandinê ya şîrketa neteweyî gelekî asteng bibe. Şîrketa neteweyî ragihand ku derdora hezar karker ji ber bêkariya teknîkî ji kar hatine derxistin.

Ev mijar ji bo Serokwezîr Trûdeaû jî weke mijareke hesas tê dîtin. Trûdeaû lihevkirina bi şêniyên xwecihî weke yek ji karên sereke yên serdema xwe ya duyemîn destnîşan kiribû.