Li Kanadayê ji ber bahozê 4 kes mirin

Rayedarên Kanadayî ragihandin ku ji ber ba û bahoza li rojhilatê welêt 4 kesan jiyana xwe jid est dane, nêzî 900 hezar xanî jî bêleketrîk mane.

Polîsên eyaleta Ontarîoyê li ser Twîtterê peyamek weşand û ragihand ku li herêma Brantê ya li başûrê Torontoyê, di nava rojê de darek bi ser kesekî ve qelibî û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li heman herêmê piştî çend deqeyan vê carê jineke 70 salî di bin darekê de ma û jiyana xwe ji dest da.

Li paytexta federal Ottawa ya li bakurê welêt jî, hate ragihandin ku kesekî ji bar ba û bahozê jiyana xwe ji dest daye. rayedarên polîsan detayên zêdetir nedan.

Hate ragihandin ku kesê çaremîn ê jiyana xwe ji dest da jineke derdora 50 salî bû, ku keştiya wê di çemekî li Ottawayê noqî binê avê bû.

Her wiha li rojhilatê Kanadayê êvara Şemiyê 900 hezar xanî bêleektrîk man.