Li Kabîlê di mizgeftekê de teqîn: Melayek mir, 16 kes birîndar bûn

Li paytexta Efxanistan Kabîlê li mizgeftekê de teqîn çêbû. Di teqînê de melayek mir û 16 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezîrê Karê Navxweyî Nasrat Rahîmî daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku teqîn seat 13:20’an li nava mizgefta El Takva pêkhatiye.

Berdevk diyar kir ku di teqînê de melayê mizgeftê Samîûllah Rehan miriye.

Berdevkê polîsê Kabîlê Fîrdews Faramarz jî bîlançoya teqînê piştrast kir û got; “Yekîneyên me li ser şert û mercên teqînê lêpirsinê dikin.”

Li gorî çapemeniya xwecihî teqemenî bi veşartî li mizgefta melayê ji mezbeha Sunnî hatiye bicihkirin.

Di salên dawî de mizgeftên girêdayî Şîî Hazara bi dehan car hatin hedef kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş li xwe girtin.

Heta niha teqîna dawî ya li Kabîlê kesê li xwe ne girtiye. Mele Rehan di wêneyê ku li ser Facebookê parvekirî de li gel hêzên ewlehiyê cih digirt û li diyar dikir ku li dijî Talîbanan e.