Li Israîlê bi hezaran kesî Netanyahû şermezar kir

Li Israîlê bi hezaran kes, bi sedema ku hêla vîrûs koronayê baş rê ve nebiriye û gendeliyê ji bo ku Serokwezîr Netanyahû şermezar bikin derketin kuçeyan.

Şemiyê li gelek herêmên Israîlê Netanyahû hate şermezarkirin.

Çalakgerên ku bi sedema vîrûsa koronayê maske dabûne ber devê xwe, bi taybet li xaçerêk û piran komî ser hev bûn.

Li paytext Tel Avîvê bi sedan kes li dijî desteka darayî ya kêm a hikûmetê û li dijî bekariyê derketin kuçeyan.

Bi hezaran kes telvî çalakiya protestoyê ya li ber avahiya Serokwezîtitê ya Qudse kom bûn û xwestin ku Netanyahû îstîfa bike. Çalakî heta derengiya şevê li Qudsê dom kir û 12 kes hatin destgîrkirin.

Li bajarê Kayserya jî li ber avahiya taybet a Netanyahû çalakger komî ser hev bûn.

Li Israîlê pêla duyan a vîrûsê tê jiyîn, rêjeya bêkariyê 20 ji 100'î derbas kir, Sibatê 3,4 ji 100'î bû.

Van heftiyên dawî çalakiyên protestoyê zêde bûn. Çalakger ji ber gendelî, îstîsmarkirina baweriyê û dek û dolaban li dijî Netanyahû pir bihêrs in.