Li Iraqê pêşnûmeya dawî li hebûna leşkerên biyanî tîne hate erêkirin

Parlamentoya Iraqê pêşnûma qanûna ku dawî li hebûna leşkerên biyanî yên li welat tîne erê kir û hewalî hikûmetê kir.

Parlamentoya Iraqê piştî ku pêşnûmeya derxistina leşkerên DYE erê kir, pêşnûme qanûna ku dawî li hebûna leşkerên biyanî tine erê kir û hewaleyî hikûmetê kir.

Di pêşnûmeyê de hate gotin; “Hikûmet ji ber serketina operasyonên li dijî DAÎŞ’ê yên leşkerên koalîsyona navnetewî bi encam bû paşve vekişînê pêşbazî dike.”

Di pêşnûmeyê de wiha jî hate gotin; “Divê operasyonên hêzên leşkerên biyanî di hewa û deryayê re werin astengkirin.”

Tevî ku parlamento ev biryar girt hikûmete ne mecbûre pêk bîne. Lê serokwezîrê niha Adil Abdûlmehdî ji bo dawî li hebûna leşkerên biyanî li Iraqê were banga ketina tevgerê li parlamentoyê kiribû.

Parlamentoya Iraqê di heman demê de pêşnûme qanûna derxistina leşkerên DYE li welat erê kiribû.

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku wan xebatên xwe yên li Iraqê dane sekinandin. Piştî êrîşên li dijî baregeha leşkerî û balyozxaneya DYE’yê koalîsyonê xebata perwerdekirina leşkerên Iraqê da sekinandin.