Koalîsyonê xebatên xwe yên li Iraqê da sekinandin

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku wan xebatên xwe yên li Iraqê dane sekinandin.

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku wan xebatên xwe yên li Iraqê dane sekinandin. Piştî êrîşên li dijî baregeha leşkerî û balyozxaneya DYE’yê koalîsyonê xebata perwerdekirina leşkerên Iraqê da sekinandin.

Koalîsyonê daxuyanî da û got ku “Ji bo me tişta girîng ewlehiya hêzên koalîsyonê yên li herêmê ne. Êrîşên bi roketan ên ku ji aliyê Katîp Hîzbûllah hatiyekirin, bûye sedem ku sivîlên ji DYE’yê û leşkerên Iraqê bimirin. Ev jî dike ku perwerdehiya hevkarên me û kapasîteya me ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê wê were sekinandin.”

Parlementoya Iraqê jî di heman wextê de biryar dabû ku divê leşkerên ji DYE’yê werin derxistin.