Meclîsa Iraqê pêşnûmeya derxistina leşkerên DYE qebûl kir

Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya qanûna derxistina leşkerên DYE ji welat qebûl kir.

Meclîsa Iraqê piştî kuştina Fermandarê Hêza Qûdsê ya Zêrevanên Şoreşa Îranê ya ji aliyê DYE ve bi awarte civiya. Meclîsa Iraqê li ser daxwaza “Derxistina hêzên biyanî ji welat û betalkirina peymana ewlehiyê ya stratejîk a bi DYE re” li hev civiya.

Piştî civinê pêşnûmeya qanûna derxistina leşkerên DYE hate dengdan. Meclîsa Iraqê biryara derxistina hêzên DYE ji welat da.

Parlamenterê Şîe yê Iraqî Ammar El Şîblî got ku DAÎŞ têk çû û êdî pêwîstî bi hêzên DYE nîne û wiha jî got; “Em xwedî wê hêzê ne, ku ewlehiya welatê xwe bikin.”

DYE ya ku ji li Iraqê ji Adara 2003’an heta Tebaxa 2010’an operasyonên leşkerî pêk anî di Mijdara 2009’an de bi Iraqê re du peymanên stratejîk ên leşkerî îmze kir.

Bi giştî li Iraqê li 9 baregehên leşkerî nêzî 5 hezar û 200 leşkerên DYE hene.