Li Iraqê ji ber taya Kirim-Kongoyê heta niha 27 kesan jiyana xwe ji dest dane

Ji ber taya Kirim-Kongoyê hejmara kesên li Iraqê jiyana xwe ji dest dane bûn 27 kes.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di daxuyaniya ku da de ragihand ku ji serê salê heta niha 162 kesên bi nexweşiyê ketine hatine tespîtkirin û ji wan 27 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Seyf El Badr got ku li Başûrê Kurdisanê jî tespît hatiye kirin ku yek bi vê nexweşiyê ketiye.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ew hewil didin ku nexweşan bi rengekî lez tespît bikin.

Rayedaran di daxuyaniya xwe ya berê de dabûn zanîn ku hemû nexweş xebatkarên sektora xwedîkirina heywanan in.

Li bajarê Zî Kar ê ku wîlayetekî bejahî û xizan ê li başûrê Iraqê ye, sewalên wek çêlek, mih, bizin û gamêş tên xwedîkirin. Ev sewal wek sedemên nexweşiya taya Kirim-Kongoyê tên dîtin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ketina bi vê nexweşiyê ya mirovan “yan ji ber gezkirina qirniyan e yan jî ji ber goştê heywanên nexweş e. Dema serjêkirina heywanan ya jî bi pişt re dibe ku mirov pê bikeve.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dide zanîn ku nexweşî bi derbasbûna ji mirov bi mirov re, bi rêya temasa rasterast bi gilêz, avzê û xwîna mirovên nexweş ve dikare derbas bibe.

Ji sedî 10 yan jî 40’ê nexweşên vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin.

Taya Kirim-Kongoyê li Efrîka, Asya û Rojhilata Navîn, Rojhilatê Ewropayê û Balkanan tê dîtin.