Li Iraqê êrîşên li ser Haşdî Şabî zêde bû

Li Iraqê êrîşên li ser Haşdî Şabî zêde bû ya ku nêzî Îranê ye. Li dijî depoyên çekan û serokên Haşdî Şabiyê êrîşên hewayî pêk hatin.

Di 19’ê Tîrmehê û 20’ê Tebaxê de li dijî depoyên cebilxaneyê û baregehên Haşdî Şabî yên li Şuheda, Eşref, Sakr û Beledê êrîşên hewayî pêk hatin.

Derbarê êrîşan Çarşema borî Alîkarê Serokê Heyeta Haşdî Şabî ya Iraqê Ebû Mehdî Muhendîs daxuyanî da.

Ebû Mehdî Muhendîs diyar kir ku berpirsê van êrîşan DYE ye û îddîa kir ku 4 firfirokên hewayî yên bêmirov ên Îsraîlê li ser baregehên leşkerî geriyane. Ebû Mehdî Muhendîs diyar kir ku berpirsê van êrîşan DYE ye û ji niha û şûnde jî wê DYE berpirsyar bibînin. Ebû Mehdî Muhendîs bal kişand ser vî tiştî ku ew ê çekên pêşketî jî bi kar bînin û gef li DYE’yê xwar.

Derbarê êrîşan Serokê Heyeta Haşdî Şabî û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Falih Feyyad jî daxuyanî û got ku “Êrîşa roja Çarşemê ji derve plansaziya wê hatiye kirin û daxuyaniyên Muhendîs ne fikra fermî ya Haşdî Şabî ye.

ÊRÎŞEKE NÛ

Piştî êrîşa di 19’ê Tîrmehê de di 25’ê Tebaxê de li dijî hêzên Hêzên Haşdî Şabî yên li ser sînorê Sûriye û Iraqê jî êrîş pêk hat. Hate diyarkirin ku di êrîşê de fermandarekî Tûgayên Hîzbûllahê hatiye kuştin.

Piştî êrîşan Koalîsyona Fetîhê ya di Parlementoya Iraqê de diyar kir ku bomberdûmankirina cebilxaneyên Haşdî Şabiyê tê wateya ku li dijî Iraqê şer dane destpêkirin. Koalîsyona Fetîhê got ku “Em êrîşa Îsraîlê ya li dijî cebilxaneya Haşdî Şabiyê şermezar dikin. Li El Kaîmê serokekî Haşdî Şabî bûye hedef û ev jî gaveke bi xetere ya Îsraîlê ye. DYE di serî de divê Koalîsyona Navneteweyî hemû berpirsyariya êrîşan li xwe bigire. Ev bomberdûman tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê.”

Koalîsyona Nasr a ku Serokwezîrê berê yê Iraqê Haydar Ebadî serokê wê ye, bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo parastina serweriya welat divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.