Li Iraqê di nava hefteyekê de 2 caran tofana tozê rabû

Li Iraqê di nava hefteya dawî de cara duyemîn tofana tozê rabû. Gelek ji ber bêhntegiyê li nexweşxaneyan hatin dermankirin, hin balafirgeh jî hatin girtin.

Li Iraq û herêma Kurdistanê heftiyeke tofana tozê heye û bandorek nerênî li ser jiyana xelkê kiriye. Ji ber hîn tofana tozê dewam dike, balafirgeha Bexdayê seferên xwe ragirt û hate girtin.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê ji 7’ê Nîsanê ve tofaneke tozê heye, ji ber tozê heya niha bi sedan kes serî li nexweşxaneyan dane.

Li Xurmatû ji ber tofana tozê 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedar dibêjin, heya toz hebe divê kes ji malê dernekeve.