Li Iraqê bilanço giran dibe

Xwepêşandanên protestoyê ku 8’ê Tîrmehê li Besra ya Iraqê dest pê kirin, didomin. Di encama van van xwepêşandana de, heta niha 13 kes bi destê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.

Li gorî rêjeya Komîsyona Mafên Mirovan a li Iraqê, di nava 2 hefteyan de di xwepêşandanan de 13 kes hatine kuştin û 729 kes jî birîndar bûne.

Di 8’ê Tîrmeha 2018’an de li parêzgeha Besra ya Iraqê bi armanca protestokirina siyaseta aborî û nebûna xizmetguzariyê ya Hikûmeta Iraqê xwepêşandan destpê kirin. Piştî wê çalakî belavî Necef, Zukkar, Mîsan, Hille, Dîwaniye, hinek bajar û taxên Bexdayê bûn.

Li gel hemû hewldanên hikûmet û rayedaran jî xwepêşanda berdewam dikin. Li gorî rêjeya Komîsyona Mafê Mirovan ya li Iraqê, di nava 2 hefteyan de di xwepêşandanan de 13 kes hatine kuştin û 729 kes jî birîndar bûne.

Li ser vê yekê îro endamê Komîsyona Mafê Mirovan yê li Iraqê, Fazil Xerawî daxuyaniyekê nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de rêjeya kuştî û birîndarên xwepêşandanan ya 2 hefteyan hat eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya komîsyonê di nava 2 hefteyan de, di xwepêşandanên Iraqê de 13 kes hatin kuştin û 729 kes jî birîndar bûne. Ji van 460 birîndar ji hêzên Iraqê ne.  Her wiha hate gotin ku di xwepêşandanan de 757 kes jî hatine destgîr kirin û gelek ji wan di 2 rojên dawî de hatine azad kirin.

Herî dawî komîsyonê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku di encama xwepêşandan de ziyan gihaye ser 91 avahiyên hikumî, medenî û hin ziyan gihaye ser wesayitan jî.