Li Iraqê bahoza tozê: Zêdetirî 400 kes rakirine nexweşxanê

Ji ber bandora bahoza tozê ya li Iraqê zêdeyî 400 kes rakirin nexweşxaneyê.

Bahoza tozê ku ji serê meha Nîsanê li Iraqê rabûye, bandoreke giran li paytext Bexda û başûrê welêt dike.

Hat diyar kirin ku zêdetirî 400 kes ji ber bahoza tozê li başûr û naverasta welêt nexweş ketine û ji ber bêhntengiyê rakirin nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku li Bexda zêdetirî 100, Necefê zêdetirî 70, Diyalê 50, Anbayê zêdetirî 50, Babilê zêdetirî 100 û li Divaniyê, Sîmava û Meyasanê bi dehan kes hatin rakirina nexweşxaneyê.

5 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Ji ber bahoza tozê firîna balafiran a li balafirgehên navneteweyî yên Bexda û Necefê hatin rawestandin.

Ji ber bahoza tozê ku li Iraqê ji hefteya borî ve bi bandor bû, 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 717 kes jî hatine rakirina nexweşxane. Li Hewlerê firîna balafiran hat rawestandin.