Li Iraqê 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin

Di bombardûmana hêzên hewayî yên artêşa Iraqê de li derdora paytext Bexdayê 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, bi daxuyaniyekê li ser mijarê agahî da.

Li gorî daxuyaniyê, piştî wergirtina agahiyên pê bawer, hêzên hewayî yên Iraqê, li devera Ekîlî ya li navçeya Tarmiyeyê, ketin nava liv û tevgerê.

Li vê herêma ku li bakurê paytext Bexdayê ye, di encama bombardûmanê de, 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Doh jî li parêzgeha Selahaddînê, di bombardûmana artêşa Iraqê de, 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn kuştin.

Heman rojê li bajarokê Daqoqê yê Kerkûkê di encama êrişeke bombeyî de, 3 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn.