Li Iraqê 4 hezar kes ji ber tozê nexweş ketin
Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ber bayê tozê 4 hezar kes nexweş ketin û çûn nexweşxaneyê.
Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ber bayê tozê 4 hezar kes nexweş ketin û çûn nexweşxaneyê.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, ji ber bayê bi tozê bi hezaran kes nexweş ketin û çûn nexweşxaneyan.
Hate ragihandin ku 4 hezar kes nexweş ketine.
Li Bexda, Necef û Silêmaniyeyê jî seferên balafiran bi demkî hatin betalkirin.
Ji ber tozê ji bo rojekê navber ji dibistanê re hatibû dayin.