Li Iraqê 21 mehkûm ji girtîgehê reviyan

Li Iraqê 21 mehkûmên ji ber sûcên tiryak û terorîzmê hatibûn girtin, vê Yekşemê ji girtîgeha li başûrê welat reviyan.

Li bajarokê Hîlal ya ser bi parêzgeha Musena ya Iraqê, 21 girtiyên ku ji ber madeyên tiryakê hatibûn girtin, ji girtîgehê reviyan.

Li gorî medyaya Iraqê ji girtîgehek bajarokê Hîlal ya ser bi parêzgeha Musena ya Iraqê, 21 girtî ji girtîgehê reviyane. Hate gotin ku ji 21 kesên ji girtîgehê reviyane, 10 kes carek din hatine girtin.

Li gorî rayedaran sedema bûyerê hîn jî nayê zanîn, lê derbarê reva girtiyan de lêkolîn dane destpêkirin.

Rêxistinên mafên mirovan nerazîbûnan nîşanî şertên girtîgehên li Iraqê didin. Li gorî çavkaniyên edlî li girtiyên 20 metrekare yên ku divê 20 girtî lê bin, 50 girtî tê de tên ragirtin.