Li înternetê dijberiya li Yahûdiyan zêde dibe

Li gorî lêkolîneke li Elmanyayê hate kirin, şîroveyên antî-semîtîst ên li înternetê hatin kirin di nava 10 salên dawî de bi sê qatan zêde bûn.

Lêkolîn ji aliyê pisporên Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê ve li ser nîqaş û forûmên nêrînê yên li Facebook, Twîtter û organên din ên medyayê hate kirin.

Lêkolîn bi navê "Antî-Semîtîzm 2.0 û Çanda Nefretê ya li Webê" hate kirin û 265 hezar wêne, dîmen, nivîs û şîroveyên li qadên cuda yên înternetê hatin lêkolîn. Lêkolîneran di vê çarçoveyê de giranî dan ser şîroveyên bi gotinên 'Yahûdî', 'Îsraîl', 'Pirsgirêka Rojhilata Navîn' û 'Sunet'ê.

Li gorî vê yekê, rêjeya nêrîn û şîroveyên dijminatiya li Yahûdiyan, di navbera salên 2007-2018'an de bi sê qatan zêde bûne. Ji lêkolîneran Monîka Schwarz-Fîesel dijminatiya li Yahûdiyan a li qada înternetê weke 'fenomeke bi fikar' bi nav kir û encama ku bi dest xistine jî bi 'tirsnakî' pênase kir.