Li Hollandayê krîzeke nû ya hêkan rû da

Li 60 çewlikên li Hollandayê ku hêkên biyolojîk hildiberîne, 15 cûreyên pestisit û dezenfektan hatin tespîtkirin.

Li gorî lêkolîna komeleya bi navê Foodwatch, li mirîşkên li 60 çewlikên li Hollandayê hêkên biyolojîk hildiberînin, 15 cûreyên pestisit û dezenfektan hatin tespîtkirin. Ev yek jî tê wateya krîzeke nû ya xurekê.

Par jî li hêkên li Hollandayê dermanê kêzikan Fipronile hatibû dîtin ku ev derman ji bo spî û qijnikên bi heywanan re ji holê rakin tê bikaranîn. Hêkên bi jehra Fipronilî li gelemperiya Ewropayê belav bûbû û bi deh milyonan hêk ji bajarê hatibûn kişandin û ji holê hatibûn rakirin.

Rêxistina bi navê Foodwatch diyar kir ku skandala Fipronil aliyê li pêş çavan ê çiyayê qeşayê bû. Foodwatchê di rapora xwe de ragihand ku wan li 250 çewlikên di navbera Çileya 2016'an û Çileya 2018'an de hêkên biyolojîk hildiberandin lêkolîn kirine.