Ji ber lehiyê li Hindistanê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li eyaletên Assam û Meghalaya yên Hindistanê di nava 2 rojên dawî de 32 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya Tora Cîhanî ya Televîzyona Çînê (CGTN) Rêveberiya Afetê ya Eyaleta Assamê ya Hindistanê (ASDMA) ragihand ku lehiyê bandoreke giran li 28 navçeyên eyaletê kiriye.

Hate ragihandin ku li vê eyaletê 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên Rêveberiya Afatê ya Eyaleta Meghalayayê (SDMAM) jî ragihandin ku li eyaletê di 2 rojan de 19 kes mirin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku ew bi Serokwezîrê Eyaleta Assamê Himanta Biswa Sarma re axiviye û gt, "Ez ji bo ewlekarî û silametiya gelê Assamê yê ku ji lehiyê zirar dîtiye dua dikim." 

Hat ragihandin ku ji ber lehî û hezaê, ji 6'ê Nîsanê û vir ve li Hindistanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dane.