Li Hindistan û Pakistanê germahiyeke zêde

Li Hindistan û Pakistanê germahî gelekî zêde çêbû. Ji ber ku elektrîk tê birîn ev rewş girantir dibe.

Di mehên Adar û Nîsanê de li Hindistan û Pakistanê germahî gelekî zêde bû û pêdiviya ji bo enerjiyê jî gelekî zêde bû.

Wezîrê Enerjiyê Hurram Dastgîr Han ê Pakistanê diyar kir li welat krîzeke elektrîkê jî heye.

Şîrketa meteorolojiyê ya Pakistanê diyar kir ku li hinek herêman wê germahî bi qasî 8 dereceyan zêde bibe û li hinek qadên Sindê wê germahî bibe 48 derece.

REWŞA HINDISTANÊ JÎ GELEKÎ XERAB E

Li bajarê New Delhî ya Hindistanê jî roja Înê germahî bû 43,5 derece. Rayedaran diyar kirin li gelek santralên elektrîkê komir têra rojekê jî nakin.

Wezîr Avînd Kejrîwal diyar kir li nexweşxane û metroyan jî wê elektrîk were birîn.

Li gorî Bloomberg Newsê ji bo tedarîka komira santralên elektrîkê were zêdekirin hinek seferên trênê hatine betalkirin.

Li eyaleta Hîmaçel Pradeşê ya ku di vê demsalê de berf û baran lê dibariya, du meh in dilopek baran jî nebariye.

Ji ber vê li dora bajarê Dhramsalayê agir bi daristanan ketiye û daristan bûne xwelî.