Li Hîndistan û Bangladeşê lehî rabû: 60 kes mirin

Li Hîndistan û Bangladeşê ji ber lehiyê nêzî 60 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li bakur-rojhilatê Bangladeşê piştî karesata herî xirab a 20 salên dawî, asta avê ber bi kêmbûnê ve diçe.

Di karesata li Bangladeşê de herî kêm 10 kes mirin. Hat ragihandin ku li Hîndistanê 50 kes mirine.

Lehî ji bakur-rojhilatê Hîndistanê bû sedema hilweşîna bendaveke girîng a li ser çemê Borakê ku di navbera her du welatan de parvekirî ye; herî kêm 100 gund di bin avê de man.

Li gorî Navenda Pêşbînîkirin û Hişyariya Lehî ya Bangladeşê, lehiyê ji sedî 70 bandor li Sylhetê ku bajarê herî mezin ê herêmê ye û ji sedî 60 bandor li Sûnamganjê kiriye.

Rayedarên herêmê diyar kirin ku ev karesatên lehiyê, karesatên lehiyê yên herî xirab ên li herêmê ne û wê di rojên pêş de rewş baştir bibe.

Hat ragihandin ku hefteya bihorî li Hîndistanê ji ber lehî, şemitîna erd û bahozê bi dehan kes mirin.

Li eyaleta Assam a dikeve bakurê rojhilat, li gorî rayedaran 18 kes mirin û zêdetirî 92 hezar kes jî bê mal man.

Li eyaleta Bîharê ya li rojavayê Assamê ji ber bahozê herî kêm 33 kes mirin.

Hefteya bihorî germa zêde ya ku derketibû ser 40 pileyî, bi giranî bandor li Bîharê kiribû.