Li Goteborgê tecrîd hate protestokirin

Li Goteborgê bi çalakiyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Li bajarê Goteborg ê Swêdê Kurdistaniyan, ji protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedanên li dijî tecrîdê, çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiya ku bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê pêk hatî de, pankarta li ser nivîsa “Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê destek bikin” hat vekirin û alên PKK, PYD, YPG/YPJ’ê hatin rakirin.

Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê de hat gotin ku dewleta Tirk û AKP di kesayetiya Ocalan de li ser tevahiya Kurdan tecrîdê pêk tîne û ev yek nayê qebûlkirin.

Di çalakiyê de bang hat kirin ku Wezareta Karê Derve ya Swêdê bêdeng nemîne. Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, ”Bijî berxwedana zindanan”, ”Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” û dirûşmeyên ku dewleta Tirk şemezar dikin bi dawî bû.