Li gorî Rûhanî zextên DYE’yê ‘terorîzma ekonomîk’ e

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku zextên DYE’yê ‘neheq’ û ‘terorîzma ekonomîk’ e.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li Tehranê di konferanseke herêmî de axivî û got ku, “Zextên DYE’yê yên li dijî Îranê neheq û wekî terorîzmeke eşkere ye.”

Rûhanî di ‘Konferansa têkoşîna li dijî terorîzmê’ de ev axaftin kir a ku serokên parlementoyên Tirkiye, Çîn, Pakistan, Rûsya û Efganistanê beşdar bûbûn.

Rûhanî got ku, “Bi terorîzma ekonomîk re hewl didin aboriya welatekî têxin panîkê û li ser dewletên din tirsê bidin avakirin. Ev êrîşeke kurewî ye û him gefan li serxwebûn û nasnameya me dixwe û him jî hewl dide têkiliyên me yên bi welatên din re qut bikin.”

Rêveberiya DYE’yê di meha Gulanê dev ji peymana nukleer a bi Îranê re berdabû û dîsa dest bi zextan kiribû. Pêla zextan a di meha Mijdarê de sektora enerjiyê ji xwe re kiriye hedef.