Li gorî Lavrov wê piştî vê pêvajoyê ‘pergaleke adilane’ ya dinyayê pêk bê!

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Serkgey Lavron di dema serdana Çînê de diyar kir wê piştî vê pêvajoyê ‘pergaleke adilane û demokratîk a dinyayê’ pêk bê.

Ji dema destpêkirina şerê Ukraynayê û vir ve Lavrov cara pêşîn e çû Çînê.

Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî re rûnişt û got “Di dîroka têkiliyên navneteweyî de, em di qonaxeke cîddî de ne.”

Lavrov got “Di dawiya vê qonaxê de ez bawer im wê rewşa navneteweyî zelaltir bibe, tevî we û piştevanên me em ê ber bi pergaleke dinyayê ya piralî, adilane û demokratîk ve biçin.”

Çîn a ku ew jî wekî Rûsyayê di navbera wê û DYE’yê de problem heye, derbarê şerê Ukraynayê ya di 24’ê Sibatê de dest pê kir tu peyameke şermezariyê neweşandiye.

Wang Yî di serê meha Adarê de diyar kiribû têkiliyê wan ên bi Rûsyayê re wekî ‘tehtan’ zexm e û ji bo fikarên ewlekariyê yên Rûsyayê jî gotibû ‘makûl’ e.

Diyar dibe ku rojeva sereke ya serdana Lavrov ne Ukrayna lê Efganistan e. Tê payîn ku Lavrov bi dîplomatekî Emerîkan re jî rûnê.

Ev civîn li bajarê Tûnxî tê organîzekirin. Di vê civînê de heft cîranên Efganistanê tevî Rûsya û Çînê li hev rûdinin. Pakistan, Îran, Tacikistan, Turkmenistan û Ozbekistan jî tevlî civînê bûne. Tê payîn ku wê Wezîrê Karê Derve yê desthilatdariya Talîbanê Emîr Han Mûttakî jî tevlî civînê bibe. 

Li gorî daxuyaniya Pekînê wê di civînê de ‘mekanîzmaya îstîşareyê’ were nîqaşkirin. Hate diyarkirin wê dîplomatên Çîn, Rûsya, Pakistan û DYE tevlî vê civînê bibin.