Li gorî Hamasê li Xezeyê heta niha 23 hezar û 708 kes hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 23 hezar û 708 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 23 hezar û 708 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve 23 hezar û 708 kes di encama êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.
Hamasê her wiha diyar kir ku 60 hezar û 5 kes jî birîndar bûne.
Li gorî heman çavkaniyê, gelek mirov hîn jî di binê xirbeyê avahiyan de ne û li wezîfedarên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan.