Li gorî Hamasê heta niha li Xezeyê zêdeyî 24 hezar kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê 24 hezar û 100 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê 24 hezar û 100 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 101'emîn a şer de bîlançoyeke nû eşkere kir.
Li gorî wezaretê, ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê piraniya wan jin, zarok û ciwan 24 hezar û 100 kes hatin kuştin.
Wezaretê diyar kir ku 60 hezar û 834 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku hîn jî gelek kes di binê xirbeyan de ne.