Li gorî Îsraîlê her gavê bi Îranê re peymaneke nukleerî dikare bê çêkirin

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett diyar kir ku di danûstandinê nukleerî yên bi Îranê re di her kêliyê de dikare bê kirin û îdîa kir, peymaneke gengaz wê ji ya berî wê bêhtir 'hesas' be.

Naftalî Bennett got, Îsraîl xwe 'di her astê' de ji pêvajoya piştî peymanê re amade kiriye.

Bennett diyar kir ku di danûstandinên Viyanayê de ku di navbera hêzên navneteweyî û Îranê de tê kirin, her gavê peymanek dikare pêk were.

Îsraîl û Îran xwe weke dijminê hev dibînin. Îsraîl ku ji aliyê pisporan ve weke yekane hêza nukleerê ya Rojhilata Navîn dibînin, îdîa dike ku Îran hewl did eçeka nukleerî hilberîne. Îran jî van sûcdariyan red dike.