Li gorî Îranê DYE dixwaze şert û mercên nû ferz bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan diyar kir ku li Viyanayê di danûstandinên li ser nuklerê de DYE hew dide şert û mercên nû ferz bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan diyar kir ku li Viyanayê di danûstandinên li ser nuklerê de DYE hew dide şert û mercên nû ferz bike.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ÎRNA'yê, Huseyîn Emîr Abdullahiyan got, "Ew (Emerîkî) têkildarî rakirina pêkanînan de li wê yekê digerin ku ji bilî danûstandinan şert û mercên nû ferz bikin."
Abdullahiyan got, "Di nava du, sê hefteyên dawî de aliyê Emerîkayê hin daxwazên zêde kir ku li paragrafa di metnê de hatiye diyarkirin, nayê."
Peymana nukleerê sala 2015'an ji aliyê Îranê û DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî û Elmanyayê ve hatibû îmzekirin. Lê belê sala 2018'an DYE bi serkêşiya rêveberiya Donald Trûmp xwe bi rengekî yekalî ji vê peymanê vekişandibû. Tehranê jî weke bersivdayinê sozên ku di çarçoveya peymanê de dabû, gav bi gav betal kiribû.
Bi danûstandinên li Viyanayê re armanc ew e ku Washîngton li peymanê vegere. DYE bi rengekî neyekser tevlî danûstandinan dibe.