Li Gîneyê di hilbijartinên serokkomariyê de Condê bi ser ket

Li Gîneyê di hilbijartinên serokkomariyê de Alpha Condê yê 82 salî bi ser ket. Lê belê encamên hilbijartinê pêwîst e ji aliyê Dadgeha Zagona Bingehîn ve bê erê kirin.

Hilbijartinên li Gîneyê, hetanî niha Alpha Condê yê ku 2 caran serokkomarî kirî qezenc kir.

Li gorî encamên hilbijartina di 18’ê Cotmehê de hatî kirin, Alpha Condê ji sedan 59.5 ê dengan stendiye.

Lê belê divê serkeftina Alpha Condê ji aliyê Dadgeha Zagona Bingehîn ve bê erê kirin.

Celloû Daleîn Dîallo yê ku ew jî di hilbijartina serokkomariyê de de berendam bû ji sedan 33.5’ê dengan wergirt.

Dîallo diyar kir ku di hilbijartinê de dek û dolab heye û wê serdana dadgeha zagona bingehîn bike.