Li Fransayê polîsan girtin ser mala serekê çepgir Melenchon
Li Fransayê polîsan girtin mala serekê çepgir Jean-Lûc Melenchon û avahiya partiyê. Melenchon diyar kir ku armanca vê operasyona siyasî çavtirsandin e.
Li Fransayê polîsan girtin mala serekê çepgir Jean-Lûc Melenchon û avahiya partiyê. Melenchon diyar kir ku armanca vê operasyona siyasî çavtirsandin e.
Polîsan girtin ser mala û partiya serekê partiya La France însoûmnîse (LFI-Fransaya ku stûyê xwe xwar nake) û namzetê serokkomariyê yê berê Jean Lûc Melenchon.
Melenchon li ser hesabê xwe yê facebookê serdegirtin zindî weşand û diyar kir ku polîsan girtine ser malên gelek kesên nêzî wî û mala asîstanên wî.
Melenchon li ser hesabê xwe yê facebookê got ku “Hewl didin me bidin tirsandin û ev operasyoneke siyasî ye.”
Jean Lûc Melenchon bi piştgiriya xwe ya ji bo Tevgera Azadiyê tê naskirin. Melenchon li Fransayê tevlî gelek çalakiyên Kurdan dibe û bi awayekî eşkere piştgiriya xwe nîşan dide.
Di peyameke bi dîmen de ya ku di 10’ê Adarê de weşandiye, Melenchon nerazîbûnê nîşanî dagirkeriya Efrînê dide û ji Erdogan re dibêje ‘dîktator.”