Li Fransayê hejmara miriyan bû 674 li Brîtanyayê jî bû 281

Di nava 24 saetên dawî de li Fransayê 112, li Biîtanyayê jî 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Midûrê Giştî yê Tendirustiyê Fransayê Jerome Salamon diyar kir ku li welat 112 kes di rojekê de mirin, hejmara giştî miriyan gihîşte 674 kesan.

Salamon got; “Kesên ku jiyana xwe ji dest didin ji sedan 87’ê wê ji 70 salî mezintir in.” Niha 7 hezar û 240 kesên bi nexweşiya koronavîrûs li nexweşxaneyê ne, ji vana 1.746 kes rewşa wan girane.

Salamon, “Belavbûna şewbê bi awayek giran belav dibe. Rewş wê hêj giran berdewam bike (…) di malde mayîn jiyanê berdewam dike.”

Li Brîtanyayê di nava 24 saetên dawî de 47 kesan jiyan xwe ji dest dane. Hejmara kesên ku bi koronavîrûsê jiyan xwe ji dest dayîn gihîşte 281 kesan. Hejmara kesên bi vîrusê ketîn jî gihîşte 5 hezar û 683 kesan.