Li Fransayê dersînorkirina koçberan  zêde dibe

Li Yekîtiya Ewropayê ji ber politîkayên koçberiyê yên Fransayê nerazîbûn hene û hate ragihandin ku hejmara dersînorkirina koçberan li Fransayê zêde dibin.

Wezîrê Karê Navxwe yê hikumeta nû ya Lîberal LREM Chrîstophe Castaner got, rêjeya dersînorkirina koçberên qaçax li gorî sala derbasbûyî 20 ji sedî zêde bûye.

Sala derbasbûyî 14 hezar û 859 koçber hatibûn dersînorkirin û li gorî rêjeya sala 2016’an 14 ji sedî zêde bûye.

Bi Yasaya Îltica û Koçberiyê ya ji aliyê Wezîrê berê yê Navxweyî Gêrard Collomb ve hatî amedkirin û li Meclîs û Senatoyê hatibû qebûlkirin, dersînorkirina ji bo mirovan hêsantir bûbû.

Li gorî yasaya nû herî dereng wê di nava 6 mehan de biryarên têkildarî serlêdanên ji bo îlticayê werin dayîn û ev dem herî dawî 11 meh bû.

Di yasayê de demên ji bo girtinên li girtîgehan yên dersînorkirî ji 45 rojan heta 90 rojan hatibû dirêjkirin.

Sala derbasbûyî li Fransayê zêdetirî 100 hezar serlêdanên îlticayê hatibû kirin û ev hejmar li gorî rêjeya 2016’an 17 ji sedî zêde bûye.