Li Fransayê 2 kesên beriya hilbjartinê amadekariya êrîşê dikirin hatin binçavkirin
Li Fransayê 2 kes hatin binçavkirin, hat îdakirin ku ev her 2 kes beriya hilbijartina serokkomariyê ya roja Yekşemê, amadekariya êrîşêkê dikirin.
Li Fransayê 2 kes hatin binçavkirin, hat îdakirin ku ev her 2 kes beriya hilbijartina serokkomariyê ya roja Yekşemê, amadekariya êrîşêkê dikirin.
Li Marsîlyayê vê sibê polîsên girêdayî saziya Raid û DGSI opersayon pêk anîn û di operaysonê de 2 kesên temênê wan di navbera 23 - 29 de binçav kirin. Wezîrê Karê Derve Matthîas Fekl ragihand ku her 2 kesên hatîn binçavkirin, hemwelatiyên Fransayê ne û beriya hilbijartinê amadekariya êrîşêkê dikirin.
Di derbarê êrîşan de hefteya derbasbûyî siyasetmedar hatine agahdarkirin û wêneyên kesên bi guman ji berendaman re hatiye şandin. Rojnameya Le Parisien jî diyar kir ku kesên hatî girtin di hedefa wan de berendamê hilbijatinên serokkomariyê hebû.
Hat zanîn ku têkildarî kesên amadekariya êrîşê dikirin, lêpirsina ku destpêkirî didome.
Li Fransayê dawiya hefteyê wê hilbijartinên serokkomariyê çêbibib û ji bo 67 hezar hilbijêran, wê 50 hezar polîs û jenderme hatine erkdarkirin.